|
Di destpêka çerxê bîstan de , hoza ( Mirdîsan ) bi
serokatiya Sebrî Axa di nav kuntarên çiyayê ( Bêllî:
Nemrûd ) de , ji sedê salan ve dijiya .
Ew çiyayê ku dikeve navbera bajarên Malatiya , Orfa ,
Siwêrek û Adîyemanê de ; gundê ( Narincê û Xêştûrê ) ji
vê hozê re wek paytextekê dihatin naskirin , çiko cihê
rûniştina Axayê wan Sebrî Axa bû ; ev her dû gund jî
girêdayî bi qeza ( Kextê ) bûn ji wîlayetên Adîyemanê
...
Di roja 05/01/1905 ê de , xwedê kurek da Sebrî Axa li
gundê wî Narincê , navê wî kire (Osman ) ; di nav salan
de Osman mezin bû , temenê wî bû 10-11 salî bavê wî
Sebrî Axa çû ber dilovaniya xwedê , vêca li şûna bavê wî
Apê wî yê mezin ( Şikrî ) bi kar û barên hoza Mirdêsan
ve rabû û bi dilovaniyeke mezin jî ( Osman Sebrî ) xwedî
kir hem jî rêzanên hoza Mirdêsan şanî wî dan û bi gelek
dan standinên navçêre serwext kir , da ku çavê wî vebin
û amadebe ji pêşerayan re .
Di wê navê re Osman Sebrî xwendina xwe ya sereta di
dibistanên Tirkan de bi dawî anî , li ber destê Mamoste
( Ismaîl Efendî ) û pêre ..pêre hez pirtûkên dîrokî û
helbestan kir ; ji ber ku yekî tenê bû ji bavê xwe Apê
wî Şikrî Axa xwest wî bi jin bike – li gor rêzanên
Kurdan – da ku zarok jê re çêbibin , di 16 salaiya wî de
Apê wî jinek jêre anî û wiha ji xwendinê dûr ket , ji wê
jinê xwedê sê kur danê dido zû mirin û yê sisîyan (
Welato ) di destpêka sala 1970 ê de li welatê Kurdistana
Bakur hat kuştin , temenê wî 47 sal bû .
Di 18 e saliya xwe de , hêj bêtir ji Apê xwe Şikrî hîn û
serwextî rêk û rêzanên hozê bû qencî û şaşî ji hev
derxistin , xwest ku dûrî hozê bibe û here bajarekî din
danişte û xwendina xwe bibe serî , lê Apê wî riya
derketina derve ji ber girt û ew li kêleka xwe hişt da
ku jê re bibe pişt .
Çend salekî Osman Sebrî li kêleka Apê xwe Şikrî Axa bi
karûbarên hoza Mirdêsan ve rabû , ta şoreşa Şêx Seîdê
Pîran destpêkir , di wê hingê de wan jî xwest di hawara
şoreşê de herin û soz û peymanên xwe bi Şêx Seîd re
bibin serî , lê sed heyf û mixabin şoreş zû beravêtî bû
, Şêx Seîd û 48 hevalên wî di havîna 1925 ê de li Amedê
hatin bi darvekirin , di pey re hikûmeta Kemalî berê xwe
dan Şêx , Axa , Beg û Rewşenbîrên Kurdan , nemaze yên ku
hilma welatparêziyê ji wan difûriya ew digirtin û
dişandin dadgeha Istiklalê li ( Xarbêtê ) .
Di wê hingê de Şikrî Axa wek welatparêzekî Kurd ji
girtinê bê par nema , deshilata Kemalî ew jî da girtin û
15 salan ceza danê ; di wê navê re Osman Sebrî ji Xalê
xwe Hecî Derwêş sehkir ku wê Apê wî di filan rojê de
bibin zindana Antalyayê , li ser vê yekê Osman Sebrî bi
çend peyayan ve ketin pêşiya karwanê girtiyan û leşkerê
Tirko li bajarê Ruhayê û Apê xwe Şikrî ji nav destê wan
azad kir .
Ji neçarî ew û Apê xwe Şikrî bi serê çiyayên Bllî (
Nemrûd ) ê ketin , hem ji bo xwe ji destê Tirkan
biparêzin û hem ji bo karibin bi serhildanekê rabin ; lê
mixabin wek ku wan dixwest bi wan re neçû serî , ji ber
kesî ji hozên herêmê pişta wan negirtin û dawî ew di gel
her du Apên xwe Şikrî û Nûrî û 16 hevalên wan hatin
girtin û di roja 24/06/1926 ê de Tirkan her du Apên wî
li Amedê ( diyarbekir ) ê bi darvekirin , lê ew di
zindana Amed û Denizliyê de ma ta gulana 1928 ê ji nû
hat berdan .
Piştî ku ji zindanê reha bû û çend heyvek derbas bûn ,
careke din hate girtin di gel 26 serok-hoz û Axayên
Kurdan , bi gunehê ku xwe amade dikin ji şoreşkê re û bi
vê tewanbariyê ew li Maletyayê pêşkêşî dadgeha leşkerî
kirin ; Osman Sebrî de jî Osman Sebrî nêzîka 7 heyvan di
zindanê de bûrandin .
Piştî ji zindanê serbest bû , mêze kir ku mana wî li
Tirkiyê bûye zindan û tev rê li ber birrîne , vêca ji
neçarî di roja 24/12/1929 ê de , ji Tirkiyê – Ser Xetê –
daket û berê xwe da Sûriyê –Binya Xetê - ; xwe li hoza
Berazan girt li bajarê Kobanê ( Eyn Elereb ) , serokê vê
hozê Mistefa Şahîn Beg û Bozan Şahîn Beg bûn yên ku ji
himdar û endamên komela
( Xwêbûn an xoybûn ) ê bûn .
Xebat û berxwedana
Osman Sebrî
Li Sûriyê di navbera salên
1929 – 1951 ê de
Li
Sûriyê , li ser destê Mîr Celadet Bedir-Xan Osman Sebrî
dibe endamek ji endamên komela ( Xwêbûnê ) , ew komela
ku di sala 1926 ê de li Beyrûtê hatibû damezirandin ,
ji rex welatparêz û rewşenbîrên Kurdan ve ; di vî warî
de sehkin bê Osman Sebrî çi dibêje :
( ... Piştî hatina Sûriyê bi sê çar heftiyan Celadet
Bedirxan hatibû Kaniya Ereban ( Kobanê / Eyn Elereb ) ,
piştî em rûbarî hev bûn li ser destê wî ez bûm endamê
partiya Xoybûnê ... ) /1/ .
Di sala 1930 ê de , endamên komela Xwêbûnê xwe amade
kirin ji alîkariya şoreşa Agrê re ew şoreşa ku li
çiyayê Agirî dax (Araratê ) vêket , pilan danîn ku ji
sînorê Sûriyê ve êrîşî Tirkan bikin ji bo dû sedeman :
1- Ji bo akam û bandora neyênî ya Tirkan ji ser leşkerên
Araratê hinekî sivik bibe .
2- Ji bo bajarên li ber sînor ji dest Tirkan rizgar
bikin .
Li gor van pilan û daxwazan pênc eniyên şer hatibûn bi
nav kirin , yek ji wan li Kobanê /Eyn Elereb bû di bin
serokatiya Mistefa

Bozan Şahîn serokê hoza Berazan di gel Osman Sebrî ,
belê li gor pilanên şer û serketinê pêwîst bû ku Kurdên
bakur jî serwext bin bi vî kar û barî , vêca komela
Xwêbûnê Osman Sebrî durist dîtin ji bo here bakurî
Kurdistanê û Kurdan ji şoreşê re agahdar û serwext bike
.
Wiha Osman Sebrî di serê buhara 1930 ê de derbasî bakurî
Kurdistanê bû û gelek name û belavokên Xwêbûnê li
serok-hoz û Axayên Kurdan belav kir û nêzîka du heyvan
lê rûnişt di pey re zîvirî Sûriyê .
Belê piştî ku vegeriya Sûriyê , hikûmeta Kemalî ji
hikûmeta Fransî ya ku di Sûriyê de karbidest bû doza
xwestina wî kirin ; lê Fransiyan ne dixwstin ku Osman
Sebrî bispêrin Tirkan ji bo berjewendî armancên xwe yên
eşkere û veşartî vêca ew ji Kobanê surgûnî bajarê ( Reqe
) kirin da ku ji sînor dûr be .
Piştî dor heyvekê ji wê surgûniyê derbas bû , Bozanê
Şahîn Beg şand pey ji bo xatirê biryara komela Xwêbûnê
di her pênc eniyên şer de bibin serî û ji aliyê xwe ve
agirê şoreşê vêxin .
Di roja 01/07/1930 ê de şeva yek li ser diduyan Osman
Sebrî di gel 20 neferên hoza Berazan sînor derbas kirin
û du qereqolên Tirkan li qeza Siwêrekê kirin bin destê
xwe û divîbû hîn pêşde herin , lê wek ku xwestin bi wan
re neçû serî ji ber ku di eynî demê de sehkirin ku her
du sero-hoza Berazan Mustefa û Bozan ji rex hikûmeta
Fransî hatin girtin .
Bi nûçeya vê girtinê re neferên ku bi Osman Sebrî re bûn
tev bi paş de vegeriyan Sûriyê û Osman Sebrî bi xwe ma ;
ew jî piştî çendakê zîvirî lê bê ku xwe bide dest
hikûmeta Fransî , ji tirsa ku wê bixin nib darê
rûniştina zorê li bajarê Şamê wek piraniya sero-hoz û
welatperwerên Kurdan ; ji neçarî xwe li bal Şêx Michem
kurê Hadî /2/ serokê hoza Erebên Iniz girt û dor du
heyvan di mêvandariya wî de ma , ji wir rabû û xwe li
Iraqê girt pêlakê baş di mêvandariya Şêx Ehmedê Barzanî
de ma
Derbarî wê qonaxê Osman Sebrî wisa dibêje :
( Di sala 1930 ê de , li Barzan min û rehmetî Şêx
Evdilrehmanê Garisîhev nas kiribû û serekî dirêj bi
rehmetî re bibûm heval ... ) /3/ .
Li vegera ji Iraqê , ew li Mûsilê ji rex hikûmeta
Ingilîzî ve tê girtin û bi rewşeke xerab û perîşan xwe
ji nav lepên wan Ingilîzan rizgar dike û bi rev vedigere
Sûriyê û careke din xwe li Erebên Iniz digre û li
bajarê Tilebyedê rûdine , piştî demekê ji wir radibe û
xwe li welatparêz û ronakbîrên Kurdan digre û dikeve nav
refên wan de , ewên ku li Şamê di bin rûniştina zorê de
bûn .
Mîr Celadet Bedri-xan , Haco axa û her sê kurên xwe yên
mezin Hesen Axa û Cemîl û Çeçan , Mustefa Beg û Bozan
Beg Şahîn serokên hoza Berzan , kurên Cemîl Başa
Diyarbekirlî Ekrem û Qedrî û Qasim , Qedrî Can , Hemze
Begê Miksî , Memdûh Selîm Beg Wanlî , Dr. Ehmed Nafiz
Beg Zaza û birayê wî Dr.Nûredîn Zaza û gelekên din ji
endamên komela Xwêbûnê .
Di wê hingê de ji nû Osman Sebrî ji nêzîk ve bi van
welatperweran re li Şamê rûnişt .
Di sala 1931 ê de serê buharê , komela Xwêbûnê ew
rêkirin bal Şêx Ehmedê Barzanî , ji bo xatirê navbera wî
û Şêx Mehmûdê Hefîd xweş bike , di wê mêvandariyê de
xwedê kurek da Şêx Ehmedê Barzanî navê wî kire Osman li
ser navê Osman Sebrî .
Di vê çûna wî li Iraqê de , Osman Sebrî /165/ rojan li
Kurdistanê dûm kir , ta Hewlêr ji rex Ingilîzan ve hat
girtin û pêlakê di zindana Hewlêr û Mûsilê de ma ta
Ingilîzan ew teslîmê hikûmeta Fransiyan li Sûriyê kirin
, wiha careke din vegeriya Şamê nav hevalên xwe .
Li Şamê gelek caran ew û hevalên xwe diketin gengeşeyê
gerim de li ser babet û piroblemên netewî û şoreşê de ,
ji bin serê qerebalix û germbûna wan gengeşeyan ew û
hevalên xwe dûrî hev diketin , lê çendî ji wan dûr diket
careke din li wan vedigeriya , ta Mîr Celadet Bedir-xan
kovara xwe (HAWAR) ê di roja 15/05/1932 ê de li Şamê
çapkir û di nav Kurdan de belav kir , di hejmara pêşîn
de ji HAWARÊ rehmetî Qedrî Can nivîsek di bin navê (
Hawar hebe gazî li dûye ) nivîsand û di bin vê edsrê re
wiha nivîsand : ( ji bo birayê min Osman Sebrî ) û di
hejmara (2) ê de ji kovara HAWAR ê belav kir û evin çend
malik ji wê nivîsê :
Jiyan çiqas delale
Di nêv bav û biran de
Dil heye ko ne nale
Ber birînên riman de
Hawara me vayaye
Xew bê kêr belaye
Qet şik têde nemaye
Di gotinên yaran de ...
Belê Osman Sebrî jî nemerdî ne kir , helbestek nivîsand
wek bersevekê li Qedrî Can di wê helbestê de wiha got :
Jiyan xweşe bi xurtî
Li Kurdistan bi Kurdan
Bav û biran ; çi bikim
Hemû min tê ji derdan
..........
..........
Hawarê xweş awakir
Dilê Kurdan pê şakir
Zar û ziman ava kir
Jîn û xweşî belav kir ...
Ji wê hingê ve Osman Sebrî dest bi nivîsandinê kir ;
mirov dikare bibêje ku kar û barên Osman Sebrî yên bi
xurt û berfireh doza wî ya her dem û kêlîk vîxistina
agirê şoreşa çekdarî bû , lê ji wê roja ku berseva Qedrî
Can nivîsand rahişt pênûsê û nema ji destê berda , di
bin akam , navtêdan û bandora Mîr Celadet Bedir-xan de
pênûsê bi hiloyî tifing ji milê wî danî û ew di hembêza
wî de rûnişt ta roja dawîn ji temenê wî ; derbarî vê
yekê de Apo Osman di serdanekê de wiha ji min re got :
( Ya rast ewe ku rehmetî Celadet Beg berê me da
nivîsîna bi zimanê Kurdî ... ) /4/ .
Belê , tevî ku dest bi nivîsandinê kir jî û hewl da ku
hêza xwe têke xizmeta qada ziman û rewşebîriyê , lê
hestê wî yê şoreşger zora ramyariya wî dibir mêla wî
dima li ser şerê çekdarî , tebat û lebat lê ne dibû ku
tiştekî bi hêza tifingê bêk bîne lê mixabin hewldanên wî
tev bi bayê re diçû , ji ber ku ew û hevalên xwe li Şamê
di bin darê rûniştina zorê de bûn , nikarîbûn ji ber
hikûmeta Fransî ji Şamê bilivyana , ji ber sozên giran
dabûn hikûmeta Kemalî ku ji endamên Wêbûnê pir bi tirs û
saw bûn .
Ji nav tevan Osman Sebrî ne ditebitî , rûnedinişt digot
: ( wilo rûniştî nabe , divê em parakê bibînin ...) wek
van gotinan li hawê hikûmeta Fransî ne dihat , vêca çend
carekê zirt û fort lêkirin , li ser wan zirtên Fransyan
Osman Sebrî helbestek nivîsand bi navê ( WELAT ) û di
kovara HAWAR ê hejmara 19 ê de belav bi navê ( Axayê
Mirdêsî ) , ev çend malikin ji wê helbestê :
Ew çiyayên bilind , avên di sar , parîzên rengîn ...
Ew bedewên çak , delaliyên pak zeriyên narîn ...
Çar bûn ? kûde çûne ? li kû mane ? ha bêje ...
Ev derdê bê derman ku ez kirime dîn ,
Di riya felat de , ger çiqas bi westim
Pê kêfxweş dibim , bilahî ez nabim xemgîn
Ez minetê negrim ji bona mayîna Sûriyê
Hê vir jî nebit eve di rex min de Felestîn
Bîstekê nikarim te bi derxim ji bîra xwe
Dixwazim bila min bişînin nav Çîn û Maçîn
Dema ko nakaribim li erdê Sûriyê biaxifim
Min dest daye birayê xwe yê Cegerxwîn .../5/
Dawî Fransyan ew di buhara 1933 ê de surgûnî Şerq
Elurdun , Felestîn û Arîtêriya kirin di rêka bendera
Cide re .
Li Arîtêriya bajarê Mesûh pir bêriya welat dikir , roj
li ber çavên wî reş dibûn , bîna wî teng dibûn , dilê wî
wek pêlên deraya sor lê dida ji xwedê dixwest ku bibe
teyrek û bifre xwe li welatê Kurdistanê deyne , sehkin
bê wî di wê xerîbiyê de çi digot :
( ... Navbera mala me û behrê du sed gav hebûn ,ber bi
behrê çûm , her car ku ev kela li min û wê bi hev diman
ko timî bi pele , wê gavê min fira teyran dixwazand ...
difiriyam ... ciyê ez bi çûmayê nêzing bû , dibêhnekê de
Felestîn , Şerq Elurdun , Sûriye derbasdikir , û li tala
serê kaniyê li sînorê welêt raperîm di navbera Mêrdîn û
wêranşehrê de min xwe gihand ser Diyarbekir ... ) /6/ .
Piştî ku ji Mesûh ( Afrîqa ) vegeriya Sûriyê , pêlekê li
bajarê Hemayê /7/ li nav Beraziyan rûnişt û di gel
kurên Şahîn Begê Berazî re çû Libnanê , du caran hat
girtin ji rex hikûmeta Fransî ve , dema ku ji Libnanê
zîvirî Sûriyê di havîna 1935 ê de ; hikûmeta Fransî di
Sûriyê de careke din dest danîn ser û ew surgûnî
Afrîqayê kirin , vê carê girava ( Medexeşqer ) bajarê (
Sant Marî ) û lê ma ta bi havîna 1936 ê di wê surgûniyê
de helbestek li ser hal û perîşaniya xwe nivîsand tê de
got :
Felekê kir neyarî
Rahişt milê me avêt
Nav girava Sent-Marî
Lê sed girîn û hisret
Bilbil wê dem û gavê
Ne dît ji bo xwe birbang /8/
Lê min ji hev dernexist bê çima hikûmeta Fransî ew bi
tenê surgûnî girava Medexeşqer î Mesûh kirin ; tevî ku
piraniya endamên komela Xwêbûnê û welatperwerên Kurdan
li Şamê di bin darê rûniştina zorê debûn ?! di vî warî
de çêtirîn bersev ya Osman Sebrî bi xwe dibînim ew
berseva ku li Mihemed Uzun vegerandiye :
( ... Celadet Bedir-Xan ji min re pirsek gotibû , ew
xweş ketibû serê min got : ez dibûnim çavên te li
çîrokên şoreş û lêxistinê ne ... em ferz bikin ku eu bi
tenê bi karibî Kurdistanekê çêke , lê ew Kurdistana ku
merivek çêbike , merivek dikare xerab jî bike ... ) /9/
.
Xuyaye piştî vê gotina Mîr Celadet ew pêlakê bê deng bû
, kar û xebat di nav rêzên komela Xwêbûnê kir û ji
ramanên şer û şoreşgerî dûrket .
Di sala 1938 ê de dexwe dûrî komela Xwêbûnê kir , bi
çend kesên din re komelek bi navê ( Yekîtiya Xortan ) li
bajarê Şamê damezirandin û vê dawiyê xwe tevlî ( Nadî
Selah Eldîn Elseqafî ) û navê xwe guhertin kirin (
Nadî Kurdistan ) , hingê bi dehan keç û xort li Şamê
fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî kirin .
Lê ji ber êrîşên kesên Kurd yên komonîst ji rexkeî ve û
êrîşên Ingilîz û Fransyan ji rexê din ve ( Nadî
Kurdistan ) hat girtin , wî jî ji neçarî xwe dûrî Şamê
kir û di sala 1941 ê de çû Tirkiyê nêzîka sê heyvan lê
ma , di eynî salaê de careke din vegeriya Sûriyê , li
bajarê Şamê hevkariyeke nû bi Mîr Celadet Bedur-Xan re
danî û bi berdewamî di her du kovarên Mîr Celadet de (
HAWAR û RONAHÎ ) nivîsand bi gotar , helbest û
wergerandinên xwe rûpelên van kovaran xemiland ,
ranewestiya ta ku ev kovar nema weşiyan di sala 1946 ê
de .
Ev hin nimone ne ji wan nivisînên Osman Sebrî :
1- Dûroka jîna Napilyon / Hesen Celal / , ji zimanê
Erebî wergerand bo zimanê Kurdî , li ser rûpelên kovara
(RONAHÎ) di /12/ xelakean de belavbûn ji hejmarên / 17 –
28 / .
2- Tarîxa Kurd û Kurdistan / MI\ihemed Emîn Zekî , ji
Erebî wergerand bo zimanê Kurdî di /3/ ê hejmarên
(HAWAR) ê de belavbûn sala 1941 ê de .
3- Dîroka Jîna Selah Eldîn / Dr.Ehmed Bêlî / , ji Erebî
wergerand bo zimanê Kurdî , di /5/ hejmarên (RONAHÎ) de
belavbûn sala 1944-1945ê .
4- Ezdî û Ola wan , di /3/ê hejmarên (RONAHÎ) de
belavbûn /19-20-21/ di sala 1943 ê de .
5- ji bîrên rojên kevin , navê dîwaneke helbestên Apo
Osman bû , di (HAWAR) ê de belavbûne .
6- Di wê demê de jî , bi dehan gotar , helbest û
nivîsandinên wî yên din di kovar û rojnameyan de belav
dibûn , nemaze wek ew gotarên li ser nêçîrê , çiyayên
Sasûnê , Agirî , Mirdêsan , rola jinan û sincî , hwd
... .
7- çend helbestên bedew ji bo zarokan afirandiye .
Hêjaye gotinê ku Apo Osman Sebrî di sala 1944 ê de
careke din zewicî û xanima wî çerkesî bû xwedê sê kur û
du keç danê navê kuran Hoşeng , Hoşîn û Heval e , navê
keçan Hingîr û Hêvî ye , lê ( Kewê ) gelek kesan texmîn
kirin ku keça wî ye , ew bi xwe keça birayê wî ye ku bi
wefadarî buhara temenê xwe di xizmeta Apê xwe de derbas
kir piştî koçkirina wî ji nû zewicî bi xortekî Kurd re
ji Efrînê ; zarokên wî jî tev li Ewrûpayê dijîn.
Di sala 1946-1947 ê de , piştî ku Fransî ji Sûriyê
derketin û hikûmet bû erebî , ew karê rewşenbîrî li ber
Kurdan qedexe bû û hat girtin û (HAWAR) û (RONAHÎ) hatin
girtin .
Di sala 1949 ê de heyamê hukmê Husnî Zeîm Osman Sebrî
hat girtin û pê re hat surgûn kirin û ew avêtin bajarê (
Tudmir/Palmêra ) di wê êvarê de conta eskerî li hukmê
Hisnî Zeîm rabû û hukim hate guhertin , bi wê guherînê
re Osman Sebrî ji zindan û surgûniyê reha bû .
Vegeriya Şamê û mala xwe barkir nav Kurdên Cizîrê û ji
bo xatirê nanê rojê bû mamûr di mîra de , geh li bajarê
Qamişlo kar dikir î geh li Dirbêsiyê , wiha ji sala 1949
ê ta sala 1951 ê li Cizîrê ma .
Qonaxa didiwan
ji xebat û berxwedanê
di navbera salên
1951- 1971 ê de
Di roja 15/07/1951 ê de Mîr Celadet Bedir-Xan li Şamê çû
ber dilovaniya xwedê , hingê Osman Sebrî mêze kir ku ew
kelemê ku her gav di pêşiya xwe de didît êdî nema dikeve
riya wî , piştî koçkirina Mîr kesek ji bilî xwe ne dît
di pisporiya rêziman û nivîsandina bi Kurdî vêca di
derhel de ji karê xwe yê li mîra derket û ji Cizşrê
bakir û vegeriya Şamê da ku wê qûncka vala dagre , lê
dîsa wek wî dixwest ne çû serî ( ji ber ku tu carî
şagirtê bêcir , zizrz û bînteng nikare cihê mamostayê
xwe yê şareza , pispor û bînfireh dagire ... ) .
Di sala 1955 ê de wî û çend havalên xwe , komelek bi
navê ( komela vejîna çanda Kurdî ) li Şamê damezirandin
yek ji wan Hemîdê hecî Derwêş bû wê hingê li zanîngeha
Şamê dixwend ; yek ji daxwazên vê komelê ku
xelkên Kurd hînî xwendin û nivîsandina zimanê
Kurdî bikin , di wê demê de çend pirtûkên Osman Sebrî
çap û belav bibûn wek :
1- Alifbêya Kurdî
2- Bahoz
3- Derdê me ...
Belê hin bi hin endamên vê komelê ji ber hev ketin ,
bêtir ji ber Kurdên komenîst şerê wan dikirin , di eynî
salê de 1955 ê Osman Sebrî di avakirina partiyekê Kurdî
de diponijî hem ku xwe ji êrîşên komenîstan rizgar bike
û karibe berseva wan bide , an ew bi xwe şerê wan bike
bi navê partîya xwe , hem jî ku partîyeke Kurdî , Kurdên
Sûriyê di bin baskên wê de karibin doza mafê xwe yê
netewî û rewşenbîrî bikin , wek partiya Demokratî
Kurdistanî li Iraqê .
Di sala 1956 ê de wî û Hemîdê Hecî Derwêş dest bi hîmê
wê yê pêşîn kirin , wê hingê Celal Talebanî û Dr.Nûredîn
Zaza alîkarî bi wan re kirin , nemaze Dr.Nûredîn Zaza ku
ew rêzana Osman Sebrî ji partî re danîbû gelek guherîn
têde kiri û bi rengekî rast û resentir ji nû ava kir ,
di roja 14/06/1957 ê de partiya Demokratî Kurdî li
Sûriyê hat damezirandin di bin serokatiya Osman Sebrî de
û alîkarî û hîmdariya Hemîdê hecî Derwêş , Hemze
Newêran , Reşîd Hemo , Şêx Mihemed Îsa , Şewket Henan
... hwd .
Bi damezirandina partî re , di nav Kurdên Sûriyê de ,
şiyarbûn û zanînê serê xwe rakirin , Kurdan doza mafên
xwe yê netewî û rewşenbîrî kirin , lê ev daxwaz û
armancên ku Kurdan dixwestin li gor hawî hikûmetên Erebî
li Sûriyê nehatin , dest bi şerê Kurdan kirin , nemaze
ew kesên ku partî damezirandin û yên bûn endamê wê ,
hikûmetê dest bi girtina wan kir û di serê wan de Osman
Sebrî bû , evin çend carên ku Osman Sebrî ji rex
hikûmetê ve hatibû girtin :
1- Roja 15/08/1960 ê , di vê rojê de Osman Sebrî û
Dr.Nûredîn Zaza di gel çil û heşt /48/ endamên partî
hatin girtin û li zindana Helebê û ya Mezê li Şamê man
ta roja 02/02/ 1962 ê .
2- Di sal 1963 ê de Osman Sebrî ji ber hikûmetê revîya
çû Libnanê û çend heyvan li wir burandin .
3- Di roja 21/05/1964 ê de careke din ew û kurê xwe
Hoşeng li Helebê hatin girtin di gel çend hevalên din û
di zinadanê de man ta bi dawiya sala 1965 ê .
4- di dawiya sala 1965 ê de , nû ji zinadanê derketibû
lê careke din li Dêra Zorê hate girtin û çend heyvan li
wê zindanê jî ma .
5- Di sala 1957 ê de dema ji zindanê derket hikûmetê ew
surgûnî bajarê /Siwêda/ kiri , ew dikeve başûrê Sûriyê .
6- di sala 1969 ê de , dadegeha dewletê biryar da ku du
salan Osman Sebrî bê zindan kirin , lê wî xwe ji Sûriyê
da alî û berê xwe da Tirkiyê , li wir dûm nekir piştî du
heyvan dîsa zîvirî Sûriyê , çend heyvan veşartî ma û
dawî hat girtin û di zindana /Qellhe/ de li Şamê ma ta
sala 1970 ê . di vê girtinê de du avûkatan xwestin di
dadgehê de bervedêriya wî bikin , lê ew bi wê
bervedêriyê ne razî bû , piştî ji zindanê derket li mala
xwe rûnişt li Şama Şerîf , Taxa Kurdan .
Dema ku partiya Demokartî Kurdî li Sûriyê , di êlûna
1965 ê de bû du perçe / Çep û Rast / , hingê Osman Sebrî
û Cegerxwîn bi çepê partî re man û Apo Osman bû
sekertêrê wê ta sala 1969 ê , vê paşiyê Cegerxwîn ji wan
veqetiya û xwe bi rastên partî re girt ji ber ku Osman
Sebrî wek şert li ber hevalên xwe yên di partî de danîbû
, ew şert jî ku Cegerxwîn xwe ji komîta Merkezî/Navendî/
re nehhilbijêre , çiko ne xerce li gor dîtina Osman
Sebrî .
Qûnaxa dawîn ji rûniştina
Osman Sebrî li Şamê
Di navbera salên / 1971-1993 / ê de
Ji sala 1971 ê û virde , hikûmetê nasnameya
/vatandaslik/ jê standin û ewk biyanekî lê nerîn û
herdem û gav di bin çavnêriya karbidestan de bû , tevî
ku rêka Eropa li ber vekirî bû lê destê wî ji welatiyên
wî ne dibûn û her dem digot : ( Ez ji nav welatiyên xwe
na livim , ya ku Kurdistan û ya goristan ) , di vê demê
de careke din ji nû dest bi hînbûna û fêrkirina zimanê
Kurdî kir û bi dehan xort û keçên Kurdan li Şamê Taxa
Kurdan fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî latînî
kirin .
Hem jî , di wan deh salên dawîn de mala wî bibû wek
qublegehkê ji Kurdan re nemaze rewşenbîr û welatparêz
, tevan xwe li mala wî digirtin piraniya wan hevpeyvîn
pêre çêkirin û bîranînên wî tev didan .
Di wan deh salan de jî , çend helbest û gotarên bedew li
ziman afirandin , di sibata 1983 ê de Enstîtûya Kurdî li
Parîsê hat damezirandin , di bin navê û navên yazde
nivîskar û rewşenbîrên din wek : Haciyê Cindî , Hejar
/ Evdirehman Şerefkendî / , Kendal Nezan , Remzî ,
Cegerxwîn , Yilmaz Guney , Ordîxan Celîl , Qenatê Kurdo
, Dr.Nûredîn Zaza , Tewfîq Wehbî û Ismet Şerîf Wanlî
.
Piştî ku enstîtûya Kurdî li Parîsê hat damezirandin
Osman Sebrî çend gotar û helbestên xwe li ser rûpelên
kovara /Hêvî/ belav kirin ev kovara ya ku Enstîtûyê
derdixist , ev çend malikin ku min ji helbestekê wî ji
kovara /Hêvî/ girt :
Dil pir dixwaze ku Hêvî hêvîya Kurdan be
Di warê ziman û zanstî her xwedî şan be
Zaravayê me bigihîne serhev di pêşen de
Kurdan nehêlê di nava cîhanê şermende
.....
.....
Bijîn kesên ku ji bo ziman dikin xebatê
Em in berê gel digihêzine riya felatê
Di sala 1984 ê de pirtûkek kiçik bi navê /Çar Leheng/ li
Şamê çap û belav kir , her çar bûyerên vê pirtûkê di
salên 1965-1966 ê de di kovar /Çiya/ de li Ewropa
belavkiribû .
Her çend salên dawîn Apo Osman hin bi hin li xwe
dişikand , pîrbûnê zoriya wî dibir lê di cewherê xwe de
ew wek xwe bû her têkoşerekî serbilind bû , wek bazê
serê çiya bû , her ew pêşmergeyê ku bi rext û fîşekan
pêçayî bû , her ew xemxur û zikêşê gelê Kurd û
Kurdistanê bû .
Roja duşembê 11/10/1993 ê , piştî nîvro Osman Sebrî
gewrika dinyayê winda kir , li mala li Şamê Taxa Kurdan
ya ku dikeve pala çiyayê Qasiyûn de raserî Şamê .
Di wan her du katejmîran de piştî mirinê ku mirov temaşe
kiriba wê bidîta ku piraniya Kurdln Şamê xwe li mala wî
digirtin bi şînî li ber deriyê mala wî kom dibûn û bi
dêm talî silav li hev dikirin .
Di nav wan kesên ku kom bibûn li qorzîyekê ji hewşê keç
û jinekê hevgirtibûn û digiriyan wan xweş dizanîbû yê
mirî kîye , yek jê /Kewê/bû keça birayê wî ya ku buhara
temenê xwe di xizmet , hilanên û danîna apê xwe de
bûrandibû , xweş tê bîra min – wek îro- çaxê ku ez diçûm
mala Apo Osman li Şamê wî bi gopalê xwe li erdê dixist
û di got Kewê çayî bîne , jina din Diya Ciwan bû ,
hozanvana Kurd ya ku tê zanîn ye ji şagirtên Osman Sebrî
bû û di bin akama wî de dest bi hûnandina helbestan kir
; li rexekî din ji hewşê çend xortan hêsrên xwe bi dizî
ziwa dikirin , di nav wan de Dilawerê Zengê bû ku yek ji
şagirtên Apo Osman bû û Ibrahîm Zaza ku di her deh salên
dawîn de ji jiyana Apo Osman vê mirovî piraniya dema xwe
li mala wî dibûhirand û li ber destên wî fêrî xwendin û
nivîsandina zimanê Kurdî bû wek yekî ji malê dihat nasîn
...û wiha gelek kes hebûn bêdiliya xwe diyar dikirin bê
ku hajê kesî ji wan hebe ; bê guman hestekî rast û bi
şewat ew kesên ha dehf didan ser wê şîniyê ji ber ku
bêtir serwextbûn bi qedir û nerxê apo Osman zanîbûn ,
nemaze dema ku didîtin Kurd û biyanî xwe li malê wî
digrin lavelavê dikin ku şorekê , peyvekê an gotinekê ji
devê wî bigrin , tomar bikin û binivîsînin .
Wê şevê termê Apo di mala wî de ma , li hêvîya hatina
kurê wî /Dr.Hoşeng / ji Almanya , roja din danê êvarê
12/10/1993 ê di gel kawanekî zexm ji otombîlên Kurdên
peşdarbûyî , termê Apo Osman di rêka Helebê re guhestin
Cizîrê nav Kurdan û ew di goristana gundê Berkevirê
spartin xakê , ev gund girêdayî navça Dirbêsiyê ye dor
15 k.m ji sînorê Tirkiyê dûre .
Wiha ronahîyê stêreke geş û bi ronahî ji asmanê
Kurdistanê rijiya , belê pir stêrên geş li şûn xwe
vîxistî hiştin.
Sed rehmet li giyanê Apo Osman be û li giyanê tev
şehîdên riya felat û azadiyê .
Ji
Pirtûkên Osman Sebrî yên çapkirî
1- Elîfbêya Kurdî /1954 / Şam .
2- Bahoz / helbest / 1956/ Şam .
3- Derdên me / gotar û çîrok / 1956 / Şam .
4- Gotinên xav napijin bê tav / helbest / 1981/ Almanya
/ , helbestên vê dîwanê hêja Hemereş Reşo ji kovarên
Hawar û Ronahiyê daye hev û pêşgotina xwe û pêşgotina
Dr.Nûredîn Zaza çapkir .
5- Elîfbêya Tekûz / 1982 / Şam .
6- Çar Leheng / têkest / 1984 / Şam .
7- Berseva Hoşeng / 1992 / Şam .
Evin çend
perçe ji pendên ku min bijartin ji ramanên Osman Sebrî
1- Ji
kovara / Pêşeng – 1984 / hejmara 5 ê :
* Parastin û geşkirina xwendin û nivîsandina Kurdî li
ser milên her Kurdekî dilsoz û welat-parêze , bi taybetî
xwendayên me , çunkî ziman rolekê giring di jiyana her
netewekî de dimîne / dihêle / , zimanê me jî gelekî li
paşdaye û gereke em bi zimanê xwe mijûl bibin , hingê em
qenciyê li xwe dikin , bîrberek dibêjit : ( ku tu
bixwazî bizanibî kesekî çend xizmeta miletê xwe kiriye ,
binêre ku wî çiqasî xizmeta zimanê xwe kiriye ... )
* Daxwaza min ji hemî xortên Kurd ewe ku çavên xwe vekin
, dost û dijminên xwe ji hev nasbikin û destên xwe bidin
hev bo rizgariya gel û welatê xwe .
* Mirovê gelparêz gereke van sê tiştan bi duristî
biparêze :
1- Canê gelê xwe
2- Malê gelê xwe
3- Namûsa gelê xwe
Her kesê destê xwe dirêjî yekê ji vana bike ew dibe
rûreşê gelê xwe û xortên Kurd gereke dostaniya wan neke
.
* Tu caran miletek hemî weka hev nafikirin û her
hindeka bawerî bi ramanekê heye , vêca gereke her kes
azad be di bîr û baweriyên xwe da çunkî kes bi zorê weka
mirovî nafikirêt , ez bi ramana xwe û tu bi ramana xwe ,
lê em birayê hevin nabe em şerê hev bikin ji ber ku em
hemî ji bo rizgariya miletekî û welatekî dixebitin .
2- Ji
kovara / Hêvî – 1990 / hejmara 7 ê
:
* Ziman , zimanê me gişka ne ?! ne yê yekî an yê
didiwane , gava ku ji bo zimanê xwe bixebitin qenciyê
bixwe dikin , lê heyfa yê ku heya niha bi ziman mijûl
dibin gelekî kêmin .
* Gelek ji xortên me çavên xwe berdane nivîsandina
helbestan , ev ne tiştekî hêjaye , divê nivîsên
rastesere bêne nivîsîn , belê helbest tiştekî ji edebêye
lê ne tevaya edebê ye . Divê ku mirov bizanibe bi zimanê
xwe binivîsîne , lê nizanin , hemû ji min re helbestan
çêdikin .
* Em miletekî bê zimanin anha pir xortên me hene
xwendane , bi Erebî jî xweş dizanin , dibêjin : ( Em dê
ji miletê xwe re xizmetê bikin ) , lê naxwazin hînî
zimanê xwe bibin û ez dê çawa ji wan bawer bikim ?! .
Jêderên
ku min sûde ji wan girt :
1- Osman Sebrî / kurtiyek ji destpêka jîna min / kovara
Pêşeng – adara 1985 ê / hejmara 8 ê .
2- Kovara Hawar ê hejmara 52 ê / gotara bi navê Mirdêsan
û Gawestiyên wan .
3- Roja 23/08/1991 ê li Şamê Apo Osman ev gotin ji min
re got .
4- Kovara Ronahî hejmara 14 ê / gotara bi navê Şêrek bi
darekî .
5- Axayê Mirdêsî ( Osman Sebrî ) kovara Hawar ê hejmara
19 ê .
6 - Kovara Hawar ê hejmara 21 ê / gotara bi navê Li
goristana Amedê .
7- Kovara Hawarê hejmarên 28 , 54 , 56 .
8- Kovara Hawarê hejmara 53 ê / helbesta bi navê Evîn .
9- Osman Sebrî di hevbeyvînekê de / kovara Hêvî – 1990 /
hejmara 7 ê .
10- Pêşeng - 1984 / hejmara 5 ê .
11- Pêşeng – adara 1985 ê / hejmara 8 ê .
12- Hêvî – 1990 / hejmara 7ê .
13- Elhedef / Armanc – 1984 / kovara P.D.K / hejmara 4 ê
.
14- Pêşgotina dîwana Apo Osman , ji nivîsîna Hemereş
Reşo û Dr.Nûredîn Zaza / Ratingen - Almanya – 1981 .
15- Tev hejmarên kovara Hawar , Ronahî , Roja Nû û du
hejmarên kovara Stêr di gel tev pirtûkên Osman Sebrî .
16- Kovara Aso – 1992 / hejmara 1ê .
17- Min gelek sûde ji Mecîdê Haco Axa dît , li ser
girtin û xebata Apo Osman sebrî , hem ji M.Salih Gedo û
hin din .
18- Her ku Ez diçûm Şamê min serek dida Apo Osman , di
wan serdanan de ez pêre diketim giftûgoyan de li ser
gelek babetan , nemaze ziman û rewşenbîriya Kurdî .
19- Gotina (APO) , rehmetiya Xanim Rewşen Bedir-xan
pêvekir û ma wek nîşanekê bi navê Osman Sebrî ve , dema
di kovara Hawar û Ronahî yê de dixebitî rehmetiya Rewşen
Xanim navê wî hilnedida ji ber rêzgirtina wê jê re bi
navê (APO) pêre diaxivî û bi vî navî li nav Kurdên
Sûriyê hat naskirin .
Konê Reş
Qamişlo
|