Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 

 
 

 

 

 

Ezê tehliyê bistirînim

 

CIWAN DÊRIKÎ

 

Çavên xwe digerînim li hawîrdor

Kund dixwînin . .

Roj xirabûye

Morîka xewê bûye guhar

Hest razayîne

Tarî serdeste

Tevgereka bê rêkûpêk . . .

 . . . .

civatên helbest û stiranan

windabûne ,

xame ya min awazekî xemgîn

dibêje ,

perda reşiyê xwe bi ser dil û mejî de berda ye ,

xewnên zaroktiyê berebat bûne ,

hewar û sed hewar

evîn di sêdarê de ye ,

axîn û nalîna moxê peresgehê ye ,

Derwêş , Çeko li kû mane ?

Baxê hêviyan

Zerbû , çilmisî ,

De werin avbidin !

Bi xuhdana mijankên reştîrî ,

Bi rondikên bazerî ,

Bi dilopên zingar girtî . . .

Bila geşbibe

Bila gulbide baxê xewnan ,

Bila ji bînahiya hêviyan biqermiçe

Rû-dêmê kalan

Ne ji şîn û xemgîniyan . . .

Ax x x . . .

Çi fer-aşin li ser me digerin

Me dihêrin !

Çi çiyane biser me de dihilweşin ,

Digindirin  !

Çi lehîne me li ber xwe dibin ,

Me tarîvarî dikin !

Kî dikare naqosa metirsîna mirinê

Lêbide ?

Çi pênûs dikare bîne ziman ?

Çi peyvên derbirînê dikarin şirovebikin ?

Helbest û stiranên min

Ji ber vê yekê

Ketine şînê ,

Pênûsa min lal û matmayî  bûye ,

Stiranên tevlîhev dilorîne . . .

Gelo  . .

Kes heye guhdarî bike ?

( Dibêjin  rastî tehle )

ezê jî tehliyê bistirînim

dibe ji hinekan re şîranîbe

ji xwe . . tehlî dermanê gelek

nexweşiya ne .

11 / 8 / 2007

CIWAN DÊRIKI

 ciwanderiki@hotmail.com

 

www.amouda.com

 

 

 

 

 

 
   
 

Webstats4U - Free web site statistics