Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 

 
 

 

 

 

NêçîRA KEWA .. Diyarîye bo §ehîd û birîndarê §eva newrozê ..

 

XEMGÎNÊ REMO

 

 

Avdarê …

Dîsa wekî her car

Te kezî û biskên xwe

Li destpêka buharê

Vekirin

Û pora xwe

Bi xwîna çend hevendan

Şiştin …

Te dîsa dil û cergê

Çend dayîkan biriştin …?

Kolanên qamişlo

Bi avê nayêne şiştin

Şaredarî lê razayîye

Tenê nêçîrvanên tarîyê hişyarin

Û dem dîsa

Dema nêçîra kewaye …

Di şevên newrozan de

Gulên ji xwînê diişkivin

Û govendî yên me

Li van kolanan

Ji hilm û bihnê serxweşin

Dilgirtî yên newrozêne

Û newroz

Bi xwîna wan serê xwe dişo…

Erê newrozê …

Keça ciwan

Te çima nehişt

Ev bazana bi te şabin ..?

Tu dizanî ku yekî ji wan

Tacek ji morîkên

Kesk û sor ê zer ristibû

Wê diyarî daba serê te …

Yê din kiras û xiftanek

Ji kulîlkên rengîn amade kiribû

Ku bi ser bejin û bala tede

Berda …

Yekî jî

Dilê xwe kiribû gerdenî

Wê bi gerdena te vekra …

Erê newrozê …

Gula ciwan

Hîn jî dawîya karwan

Ji êşa birînên xwe

Bi ser tede dinalin ….

Wax ..wax …!!

Ji vê ahenga di şevê de …

Li van berbûyên di nîva rê de

Li vê bûka di paş perdê de

Bi rohilat re

Berbûyên me

Belav dibin li çol û beyara …

Û bûka me

Zû bi zû destê xwe

Nade wan

Qelenê xwe destine

Li hemî avdara ….



22 / 3 / 2008 /

 

 

 
   
 

Webstats4U - Free web site statistics