Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 

 
 

 

 

 

RÊÇA HEVDÎTINÊ

                

 

 

 

 

Ezê çi  bikim

Ji van dilînîyan

Ku tim kiştîya hezê min

Ber bi kişwera evîna teve

Dajon ...?

Û rêça hevdîtinê

Alîk ave yek agire

Piştî gelek çîyayên xwê û xwêdanê

Ber digire ...

Ku simê hespê min

Hezar carî dilikome ...

 

 

Tim siwarim di şevêde

Rêwîme di her rêde

Û badlîzokên vîna min

Ji hawîrde te dorpêç dikin

Gava çavên tenî gandêre

Dibin du gelawêj

Û gelî yê sînga te

Tenik-bayê şeva divê

Hingê dilê min

Volkanekî agire ...

 

 

Şeva bûrî ne xewin bû

Di tarîya şevêde

Lêvê min hevendekî birçî

Li buhara te diçêrîya

Û nema zanim

Ku xwêdana gerdena te

Şorav bû yan buharat bû

Hinavê min diperitî ....

 

 

Dojehek mêyane

Li kevî yê jînê min disoje

Ez ar-perestim

Arê te çendî geş û gûr be

Wê dilê min di nav destên te de

Xweş tembûr be ...

De hinermendîya xwe

Bo min pêşkêşke

Û awaza ku te jenî

Bila nerm û kûr be ...  

 

 XEMGÎN Ê REMO  Qamişlo/19/6/2007

 

 

 

 
   
 

Webstats4U - Free web site statistics