|
NOBEDAR

Fîzfîz û gujguja ba yê ye
Li gerdûnê diramim
Dûr û nêzîk
Cihin difûrin ,
Cihin sar dibin ,
Hinek dikenin ,
Hinek digrîn . . .
Diçim û têm
Rêya kakêşa dipîvim
Lê . . dawî lê nayê . .
Dengek bilind dibe
Pêlpêlokên bi şewat
Digihin min
Qêrîna dayîkekî tê
Pêlek dî dikeve nav pêlên
Zehmetkêşan ,
Nûza dikene ,
Bi xudêdana xwere bûye
Rêwengî , mişext û revend . .
.
Kî dizane çarenûsa wî . . wê
çibe ?
. . . . .
koçera konê xwe vedan ,
zivistanê îsal zû barkir
biharek a rengîn malovaniyê
dike . . .
kerengzer û gezoyê
pêşkêş dike . .
.
her dîmen li xweşya min diçe
kaniya peyvan li min diteqe
ezê jî bistirînim . . .
ezê jî bistirînim bi çiya re ,
bi giya re ,
bi solav û tilûran re ,
bi ba û gulçîçekan re ,
bi nêçîrvanan re . . .
ezê bistirînim û
keserên dirêj berdim ,
di her newalê de
şopa xwe dihêlim
di her zinarî de alê
diçikilînim ,
wêneyan . . di tehtan de
dikolim . . .
stêran dijmêrim
li hêvya stêra berbangê me ,
Bist û Pêr û Komka sêwiyan
çavê wan ji min qerimîn ,
kakêş xilmaş bû
lê ez ne razam û
ne westiham .
* * * * * *
CIWAN DÊRIKÎ -DÊRIK – 26 /
3 / 2007 *
|