|
Cegerxwîn |
 |
|
1903 -1984 |
|
|
Seîdê Norsî |
 |
|
1876 - 1960 |
|
|
|
|
|
|
|
|
 |
|
|
 |
|
|
Erebê Şemo
|
|
|
|
|
(1897-1978)
|
|
 |
|
|
Nuser: Vanîkê Elîxan
di 23.10.1897 de li gundê Susuzê li qeza Qersê, ku di wê heyamê
de di bin destelatiya Rusyayê de bû, ji bav û diyeke rencber ji
dayîk bû.
Wî ji deh saliya xwe de dest bi şivantî û xulamtiya axayê gundê
xwe û dewlemendên cîran kir.
Erebê Şemo bi serkevtin xwendina xwe ya ewil diqedîne. Di sala
1913, dema ku 16 salî bû derbasî ser karê paletiyê dibe.
Di sala 1914 de wexta destpêka şerê hemcîhanê yê ewil hetanî
sala 1917, Erebê Şemo ku xên ji zimanê dê, usa jî rusî, tirkî,
zunanî û ermenî zanibû dibe tercumankarê parêzkarekî Rusan.
Piştre jî demeke dirêj di komîteya navendî ya partiya komunîsta
Ermenistanê de cih digire.
Di sala 1931 de Erebê Şemo li Leningradê rastî Qanatê Kurdo tê û
hevaltiyeke baş di navbera wan de tê sazkirin. Ji wir dest bi
xebata literaturî û ilmî dike. Li wê derê nivîsên di derheqa
problemeên zimanê kurdî de hazir dike û li Ermenistanê çap dike.
Di sala 1937 de ji aliyê Stalîn ve tê sirgûnkirinê, wî dişînin
kenarê Okêrna cemidî. Heta sala 1956 ew li wê derê dimîne.
Piştî mirina Stalîn ew aza dibe û careke din vedigere
Ermenistanê.
Sala 1966 ew romana xwe ya dîrokî Dimdim belav dike. Sala 1967
jî ew li Moskovayê berevoka Hikayetên Gelê Kurd, û romana xwe ya
bi navê Riya Bextewar neşir dike.
Li Sêntora Yêrîvanê ser dîwarê makke ku Erebê Şemo salên xwe yên
dawiyê li wê derê derbas kiribû, usa hatiye nivîsandin: “di vê
malê de ji sala 1963-1978 emrê xwe derbas kiriye rewşenbîrê Kurd
û karkerê muxulqeiyê Erebê Şemo Şamîlov”. |
www.amouda.com
|
|
|
 |
 |
 |
|
|
|